Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin

img
OSMANIYE - Li Osmaniyeyê ji ber parvekirinên li ser medyaya sanal ji 7 kesên sewqî dadgehê hatin kirin 3 jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê de bi hinceta bi parvekirinên li ser medyaya sanal "propagandaya rêxistinê" kirine, yek jê zarok 7 kes di avêtina ser malan de hatin binçavkirin.
 
Kesên hatin binçavkirin sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Osmaniyeyê hatin kirin. Ji 7 kesan 3 kes bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.