Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû

img
ÇANAKKALE - Li devera Eceabatê boteke lastîk ku penaber tê de bûn wergeriya. 2 jê pitik bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.  
 
Li navçeya Eceabat a Çanakkaleyê boteke lastîk noqî avê bû. 2 jê pitik bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kesan jî bi derfetên xwe xwe xelas kirin. her wiha 2 kes jî bi alîkariya komên Hêzên Ewlekariya Qeraxê hatin rizgarkirin. Ekîban dest bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kirin.