Li Şirnexê 6 kes hatin berdan

img
ŞIRNEX- Li Şirnexê 6 kesên ku hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. 
 
Li Şirnex û navçeya wê Cizîrê polîsan di 12’ê adarê de bi ser gelek malan de girtıbü. Di serdegirtinên malan de piranî jê zarok bi giştî 6 kes bi hinceta ku “îxbar heye” hatibûn binçavkirin. Her 6 kesên ku hatibûn binçavkirin biribûn Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Piştî 2 rojên binçavkirinê, her 6 kes îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. 
 
Piştî îfadeyê li dozgeriyê her 6 serbest hatin berdan.