Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kocasînan a Kayseriyê li dijî wesayîta hilbijartinê ya DEM Partiyê êrişa çekdarî hat kirin. Rêxistina partiyê ya bajar da zanîn ku êrişkar hatiye binçavkirin. 
 
Li navçeya Kocasînan a Kayseriyê li dijî wesayîta hilbijartinê ya DEM Partiyê êrişa çekdarî hat kirin. Di êrişê de tu kes birîndar nebû û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Kayseriyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal dîmenên êrişê parve kir. di parvekirinê de wiha hate gotin: “Di 13’ê adarê saet derdora 13.35’an de li ser Cadeya Sîvasê ya navçeya Kocasînan a Kayseriyê li dijî wesayîta me ya hilbijartinê êrişa çekdarî hat kirin. Me dîmenên herî zelal ên bûyerê ji kamerayên ewlehiyê yên dikanekî bi dest xistin. Êrişkar çeka xwe derxist û ji mesafeyekî nêz ve êriş kir.” 
 
ÊRIŞKAR HATE BINÇAVKIRIN 
 
Di parvekirinê de hat destnîşankirin ku têkildarî êrişê hem hevserokên bajar hem jî rayedarên partiyê li emniyetê îfade dane û wiha hat gotin: “Îfadedayîn heta saetên dereng berdewam kir. Êrişkar hate binçavkirin lê belê paşnavê wî nehat parvekirin. Di êrişê de kuştî û birîndar tune ne.”