Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin

img
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di serdagirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de piranî jê ciwan bi giştî 7 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Kesên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.