ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN

img
 
* Ji bo gundê kurdên elewî Kapazê ku xebatên kana xîz û keviran lê tên kirin, niha jî projeya bendavê di rojeve de ye. Şeniyên gund bertek nîşanî projeyê dan û gotin ku dewlet dixwazê xwezeya wan talan bike û banga piştevaniyê kirin.
 
* Namzetên Hevşaredariyê yên Qereyaziyê yên DEM Partiyê Bahar Goksu û Fûat Tûtkûn diyar kirin ku armanca wan ew e ku li Qereyaziyê bi dengekî zêde şaredariyê bidestbixin û diyar kirin ku hedefa wan a ewil îstîhdam e. 
 
* Hunermendên ku dê di Newroza îsal bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were pîrozkirin de derkevin ser dikê diyar bûn. 
 
* Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê dê lig elek bajaran berdewam bike. (09.00-18.00) 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê li Bedlîs û Mûşê tev li hevdîtinên bi gel re bibe. (10.00-15.00) 
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê berdewam bike. (11.00-17.00) 
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê dê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyê bide. (11.00) 
 
* Li Stenbolê têkildarî Newroza 2024’an dê deklarasyona were aşkerekirin. (12.00) ZINDÎ