Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Cejna Newrozê ya ku dê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were pîrozkirin bi hashtaga #RabeNewrozHat kampanya hate destpêkirin. 

 
Ji bo cejn û pîrozbahiya Newroza 2024’an ku bi dirûşma  “Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye” li Depê dest pê bike û li 57 navendan belav bibe, kampanya haşteka #RabeNewrozHat dest pê kir. 
 
Kurd dê îsal Newrozê bi şiyara “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li 57 navendan bi mitîngên mezin pîroz bikin. Koordînasyona Newrozê îro li Amedê daxuyanî da û diyar kir ku dê di 15’Sibatê de li navçeya Dep’ê dest bi pîrozbahiyê bikin û mîtînga herî mezin li  Amedê bi tevlêbûna milyonan pîroz bikin. 
 
Têkildarî pîrozbahiya Newroza ku bi şîyara “Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye” bê pîrozkirin kampanya hashtaga “RabeNewrozHat dest pê kirin. Kampanya hashtagê saet di 21.03’an de bi silogana #RabeNewrozHat dest pê kir. 
 
Gelek bikarînerên medya dijîtal peyamên pîrozbahiyê parve kirin. 
 
Parvekirinên hin bikarînerên medya dijîtal wiha ne:
 
* Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk: Newroz mizgîniya biharê, dengê doza Kurdistanê ye, em ê qadên newrozê bi rengên Kurdî bixemlînin, li dor agirê Newrozê hêviya azadiyê geş bikin, bibin dengê zindanan, bibin dengê rêhevalên Kawayê hemdem, mil bidin milan ava bikin yekitiyê.
 
* Navenda Giştî ya DBP'ê: Newroz cejna gelê Arî, mizgîna biharê, roja berxwedana li hemberî teslîmiyetê, serhildana li hemberî bindestiyê, ronahiya li hemberî tarîtiyê, vejîna li hemberî zextan û agirê azadiyê ye.
Newroz mizgîniyê dide me ku dema azadî û serkeftinê ye. Di serî de li gelê kurd Newroz li hemû gelên Rojhilata Navîn û li gelên dinyayê pîroz be.
 
* Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayındır: Em ê bi ruhê Newrozê vê tecrîda ku li ser civakê dimeşe bişkînin û ji rojên azad re deriyan vekin.  #RabeNewrozHat
 
* Meclisa Jinan a DBP’ê: Werin em di agirê Newrozê da yekitî, azadî û demokrasiya xwe gûr bikin. Bijî Newroz.  #RabeNewrozHat
 
* DEM Partî: Em Newroza 2024an bi berxwedan û biryardariyê û bi angaşta “Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye” pêşwazî dikin. Bi xêr hatî mizgîniya serhildanê. Bi xêr hatî çirûska agirê azadiyê.
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
 
* Parlamentera DEM Partiyê ya Agirî Nejla Demir: Agirê Newroza Arî li ser Çiyayê Araratê geş bike. #RabeNewrozHat
 
* TJA: Newroz li dijî zilmê berxwedan, li dijî koletiyê agirê azadiyê ye. #RabeNewrozHat