ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN

img
* Welatiyên Mûşê diyar kirin ku li bajêr tu feydeya şaredariyê negihaye wan û destnîşan kirin ku ew alîgirê guhertinê ne. Mûşiyan got: “Em dixwazin ji zîhniyeta AKP’ê xelas bibin. Rêya xelasiyê DEM Partî ye."
 
* Girtiyê nexweş Salîh Gun ê 60 salî ku li girtîgehê tê girtin û li tevî ku cezayê xwe xelas kiriye jî 2 sal in ji ber nasnameya wî ya ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye windakirin, nayê berdan. Serlêdana malbatê ya ji bo derxistina nasnameyê jî nayê qebûlkirin.
 
* Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00)
 
* Li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ya li Amedê dê deklarasyona Newroza 2024’an bê eşkerekirin. (11.00) ZINDÎ
 
* Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran berdewam bikin. (13.30-18.30)
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li navçeyên Sêwereg û Curnê Reş ên Rihayê tev li hevdîtinên bi gel re bibe. (13.00-18.00) ZINDÎ
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li navçeyên Xîzan û Tetwanê beşdarî hevdîtinên bi gel re bibe. (14.00-16.00) ZINDÎ