Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi darve kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê duh êvarê li bajarê Mahabadê 2 girtiyên kurd darve kir.

 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku rejîma Îranê duh êvarê li bajarê Mahabatê yê rojhilatê Kurdistanê 2 girtiyên kurd bi darve kir.
Di daxwiyaniyê de hat diyarkirin ku kesên hatine bidavekirin yek jê ji bajarê Mahabadê Abbas Dadwer e û yên din jî Fexredîn Mengûr Nejad ê ji bajarê Şînoyê ye.
 
Tora mafên mirovan diyar kir ku her 2 kesên hatin bidarvekirin, 4 sal berê ji aliyê rejîmê ve hatibûn girtin.