Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan li Xarpêtê ji hêla komeke ku Mehmet Agar ê yek ji berpirsyarên cînayetên kiryarnediyar e jî di nav de bû hate pêşwazîkirin.  
 
Serokkomarê AKP’î Tayyip Erdogan duh tev li mitînga partiya xwe ya Xarpêtê bû. Yek ji kesên Erdogan li Xarpêtê pêşwazî kirî jî Wezîrê Karên Hundir ê berê Mehmet Agar bû ku di Doza Susurlukê de ji sûcê “avakirina çeteya çekdarî" hatibû darizandin û ceza lê hatibû birîn û yek ji berpirsyarê bi hezaran cînayetên kiryarnediyar e. 
 
Agar ê ku rojek beriya Erdogan hatibû Xarpêtê, ji hêla walî, şaredar, fermandarê cendirmeyan û midûrê emniyetê ve hate pêşwazîkirin. 
 
Serokê çeteya organîzeyî Sedat Peker di vîdeoyên derveyî welat weşandibû de ji bo Agar digot: "Serokê dewleta kûr e."