Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor 2-0 têk bir. 
 
Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de ji bo şampiyoniyê têdikoşe, li deplasmanê bi Isparta 32sporê re lîst. Di deqeya 32’yemîn a maçê de Amedspor bi gola Berk Îsmaîl 1-0 ket pêşiyê. Di deqeya 42’yan de jî îcar Amedspor bi gola Berk Îsmaîl Unsal maç kir 2-0. 
 
Di maçê de tu golên din nehatin avêtin û Amed bi 3 puanan vegeriya. Amedspor ku di rêza ewil de ye bi vê serkeftinê cihê xwe parast.