Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Lêkolîna MetroPOLL’ê encama anketa xwe ya meha sibatê parve kir. Li gorî anketê dengên AKP'ê kêm dibin, yên DEM Partiyê zêde dibin.
 
Lêkolîna MetroPOLL’ê di navbera 20-21’ê sibata 2024’an li tevahiya welat ji hezar û 770 kesan pirsa “Gelo vê yekşemê hilbijartina parlamenteran çêbe hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê” pirsî. 
 
Encamên anketa hatiye kirin wiha ne: 
 
* AKP: ji sedî 23,9  
* CHP: ji sedî 18,2
* DEM Partî: ji sedî 8,3
* ÎYÎ Parti: ji sedî 6,7
* MHP: ji sedî 6,1
* YRP: ji sedî 4,2
* ZP: ji sedî 1,4
* TÎP: ji sedî 1,3
* Bêbiryar: ji sedî 13,2
* Protesto: ji sedî 9,0
 
Encamên dengên bêbiryar, bêbersiv û protestoyê jî li gorî partiyan wiha ne:
 
* AKP: ji sedî 33,2
* CHP: ji sedî 25,2
* DEM Partî: ji sedî 11,5
* ÎYÎ Parti: ji sedî 9,2
* MHP: ji sedî 8,4
* YRP: ji sedî 5,8
* ZP: 1,9
* TÎP: 1,7
 
Encamên fermî yên Hilbijartina parlamenteran a 14’û gulanê wiha bûn: 
 
* AKP: ji sedî 35,32, 
* CHP: ji sedî 25,41, 
* MHP: ji sedî 10,04 
* ÎYÎ PARTİ: ji sedî 9,90 
* Partiya Çepên Kesk:8,79 
* YRP: ji sedî 2,86 
* ZP: ji sedî 2,28 
* TîP: ji sedî 1,72 
* MP: ji sedî 0,93 
* Ên din: ji sedî 2,75