ROJEVA 4'Ê ADARA 2024'AN

img
* Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku ew ê dengê xwe nedin desthilatê û banga "Deng bidin namzetên aştî û wekheviyê diparêzin."
 
* Simlâ Sunay der barê amadekariyên "Meşa Şevê ya Femînîst" de ku fînala çalakiyên 8'ê Adarê ye wiha banga- kir: "Em di 22'yemîn Meşa Şevê ya Femînîst de careke din li Taksîmê bên cem hev."
 
* Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Alî Îhsan Demîrtaş diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîd bê rakirin û bi Abdullah Ocalan re muzakere bê destpêkirin.
 
* Parêzer Nevraz Sigin anî ziman ku der barê mirina bi guman a jinan de ku wekî "xwekuştin" an jî "qezayê" tên tomarkirin de lêpirsîneke bi bandor nayê kirin û da zanîn ku di dozan de dadger bi şexsî tevdigerin. 
 
* Hayat Ozmez di 16 saliya xwe de hate zewicandin, rastî tundiyê hat û 23 salan piştre karî hev berdin. Ozmez, bi kargeha xwe ya “Jiyan” re jiyana xwe ji nû ve afirand. Di nava esnafên derdorê de tenê esnafa jin Ozmez e û hemû dîwarên li dora wê hatine avakirin rûxand.
 
* Danişîna doza têkildarî zarok S.A. de hatiye vekirin ku li navçeya Qileban a Şirnexê destdirêjî lê hatibû kirin û neçarî fihûşê hatibû kiribûn, dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê be lidarxistin. (10.00) 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Xarpêt û Dêrsimê bi gel re hevdîtinan li dar bixe. (10.30) ZINDÎ
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-16.00) 
 
* Li gelek bajaran dê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çalakî bên lidarxistin. 
 
* Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran bidomin. (11.00-18.00)
 
* HDK, TJA û DEM Partî dê li Navenda Sanayê ya li Beyoglû ya Stenbolê bi sernavê “Jin, Zindan û Tecrîd” panelê li dar bixe. (18.30)