Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan

img
WAN - Her 3 rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan. 
 
Rojnameger Arîf Aslan, Oktay Candemîr û Lokman Gezgîn di 27’ê sibatê de li Wanê di serdegirtinên malan de hatibû binçavkirin. Piştî îfadeyên li midûriyeta emniyetê îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Rojnamegerên ku bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê kirine” dihatin darizandin, piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan.