3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin

  • rojane
  • 18:19 28 Sibat 2024
  • |
img
MÊRSÎN – TÛAY-DER Çûkûrova, ragihand ku li 2 girtîgehan 3 girtiyên di greva birçîbûnê de sirgûnî girtîgehên cuda hatine girtin û înfaza Mehmet Darga yê 32 sal in girtiye hatiye şewitandin û ew xistine hucreya yekkesî. 
 
Li girtîgehan zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de didomin. Li gor agahiyên ku TÛAY-DER a Çûkûrovayê ragihandin, girtiyên di greva birçîbûnê de sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin. 
 
Ridvan Îrme û Halîl Mûratoglûyê di Girtîgeha Tîpa L a Denîzliyê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê hatin kirin û Mehmet Erbey ê di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de jî sirgûnî Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê hat kirin.
 
Ji xeynî vê li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê înfaza Mehmet Dargayê 32 sal in girtiye hat şewitandin û ew xistine hucreya yekkesî.