Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin

  • rojane
  • 14:54 28 Sibat 2024
  • |
img
ÎZMÎR - 4 kesên duh di serdegirtinên serê sibê yên malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. 
 
Endamê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) T.K., Mûstafa Polat, Şerîfe Alpozel û Mahîr Kiliç ên duh di serdegirtinên serê sibê yên malan de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. 4 kesên li miduriyeta polîsan têkildarî razandina pereyan a ji girtiyan re ji wan hate pirsîn, bi sûcdariya “rêxistin fînansekirine” hatin sûcdarkirin. Her 4 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin, bêyî ku ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyên wan bên wergirtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 
 
4 kes bi îdiaya “rêxistin fînansekirine” hatin girtin. 
 
ENDAMÊN SKM’Ê LI QEREQOLÊ TÊN RAGIRTIN 
 
Li aliyê din Berdevka Giştî ya Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara û endama Meclisa Giştî ya SKM’ê Melîha Kayaci yên li Stenbolê hatin binçavkirin û anîn Îzmîrê, li Qereqola Cendermeyan a Bûcayê tên ragirtin. Jinên ku li ser dosyaya wan biryara veşartî heye, nehate zanîn ku bi çi tên sûcdarkirin, tê payîn ku dê sibê îfadeyên wan bên wergirtin.