Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin

  • rojane
  • 14:54 28 Sibat 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li çoltarê Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin. 
 
Li çoltarê Çiyayê Bagokê yê li Nisêbîn a Mêrdînê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hat zanîn ku gelek wesayîtên leşkerî li herêma di navbera Giremîra û Marînê ve hatin sewqkirin. Liv û tevgera helîkopteran a li herêmê jî didome. 
 
Şêniyên gund dan zanîn ku liv û tevgera leşkerî didome lê belê heta niha pevçûn derneketine.