AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!

  • rojane
  • 13:43 28 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - AKP’a ku şano û konserên kurdî qedexe dike, strana hunermend Xelîl Xemgîn a bi navê “Sebra Dila” bêdestûr di xebatên hilbijartinê de bikaranî. 
 
Desthilata AKP’ê ya aktîvîteyên weke şano, stran û konserên bi kurdî qedexe dike, bikaranîna stranên hunermendên kurd a di xebatên xwe yên hilbijartinê de ya bêdestûr didomîne. Piştî strana hunermend Azad Bedran vê carê jî strana hunermendê kurd Xelîl Xemgîn ê li Ewropayê dijî bêdestûr hate bikaranîn. Namzetê AKP’ê yê Rezan a Amedê, bi strana Xemgîn a bi navê “Sebra Dila” bi wesayîta hilbijartinê li bajêr tûr avêt. Xemgîn, diyar kir ku stran bêyî destûra wî hatiye bikaranîn.