Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir

  • rojane
  • 11:40 28 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 wesayît bombebaran kir. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 wesayît ji hewayî ve hedef girt. Ji wesayîtan du jê di ketina bajar de, yek jê li dora bajarokê Xana Seriyê û yek jî li gundê Wankê hedef girt. Hat zanîn ku di êrişan de birîndar hene.