Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî

  • rojane
  • 17:06 27 Sibat 2024
  • |
img

BEDLÎS – Rêxistina DEM Partiyê ya Bedlîsê ragihand ku dosyaya namzetê hevşaredariyê yê Bedlîsê Enver Barîn bi lez û bez ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin lewma li ser daxwaza xwe ji namzetiyê vekişiyaye. Namzetê hevşaredariyê yê nû bû Faruk Îşlek. 

Komîsyona Hilbijartinê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bedlîsê da zanîn ku di dosyaya namzetê wan ê hevşaredariyê yê navendê Enver Barîn ji ber wê 5 salan girtî mabû ceza hatiye dayîn û ev ceza bi lez û bez ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin û li ser vê yekê Barîn li gorî daxwaza xwe ji namzetiyê vekişiyaye. Komîsyonê da zanîn ku Barîn dê ji lîsteya kontenjanan bikeve hilbijartinê û ragihand ku namzetê nû yê hevşaredariyê Farûk Îşlek e. 
 
Komîsyonê got ku dê ew li dijî polîtîkayên qirêjî yên li dijî vîna gel bêalternatîf nînin û dê têkoşîna xwe bidomînin.