Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne

  • rojane
  • 15:30 25 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedarên di “Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cih girtin tev li “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” ya li Esenyurtê bûn. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê li Qada Esenyurtê “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” li dar dixe. Mitînga ku bi hezaran kes tev li mitîngê bûne hêj didome. 
 
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk ku di navbera 1-15’ê sibatê de hat lidarxistin de cih girtin, tev li mitîngê bûn. Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê û dayikên ku bi heman daxwaza dest bi Nobetê Edaletê kirin bi hev re derketin ser dikê û girse silav kirin. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.