ROJEVA 25’Ê SIBATA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 25 Sibat 2024
  • |
img
* Namzetê Hevşaredariyê Semsûrê yê DEM Partiyê Mehmet Bahatîn Bîlgîn diyar kir ku ew ê li Semsûrê li dijî şaredariya rantê şaredariya gel ava bikin û got: “Em ê ji bo gelê xwe projeyên xwe yên herî baş pêk bînin. Werin em bi hev re Semsûra herî xweş ava bikin."
 
* Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 36 meh in tu agahî nayê girtin. Tevî zêdebûna fikarên ji bo rewşa tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan jî, CPT ya ku hat Tirkiyeyê, neçû Îmraliyê.
 
* Berdana girtiyê bi navê Hakan Abî yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Yozgatê, di nava 15 mehan de 5 caran bi hinceta "reftara nebaş" û "neqebûlkirina p»oşmanîtiyê" hat astengkirin.
 
* Remziye Bîlîr a ji Ingilistanê ji bo piştgiriyê bide Nobeda Edaletê hat Amedê got: “Ez di warê wijdanî de ne rihet bûm, ez ji Îngîltereyê ji bo piştgiriyê hatim. Banga min ji hemû gel re ev e; Bila her kes bibe yek û li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin."
 
* Hevserokê DFG'ê Serdar Altan diyar kir ku rojnameger Dîcle Mûftûoglû ev 10 meh in bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de tê girtin û ji bo danişîna wê ya ku dê di 29'ê Sibatê de bê lidarxistin, bang kir.
 
* Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku helwesta CPT’yê ku neçû serdana Îmraliyê dibe sedema kûrbûna tecrîdê û wiha got: “Ev tê wateya paşguhkirina helwestên derhiqûqî yên Tirkiyeyê.” 
 
* DEM Partî dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran çalakiyan li dar bixe. (09.00-12.00) 
 
*  Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li navçeyên Mêrdînê bi gel re bê gel hev. (11.00-15.00) ZINDΠ
 
* Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00)
 
* TJA dê li Amedê panela “Di pêvajiya aştiyê heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê” li dar bixe. (12.00) 
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” ya li Esenyurt a Stenbolê bibe. (14.00) CANLI
 
* Şaredariya Silopiya ya Şirnexê dê di çarçoveya “Çalakiyên Hunerî” de çalakiyên çand û hunerê li dar bixe. (14.00)