Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin

  • rojane
  • 12:30 21 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Di Doza Geziyê ya jinûve hate lidarxistin de biryara şertên kontrola edlî ya Mucella Yapici, Alî Hakan Altinay û Yîgît Alî Ekmekçî hate rakirin. 
 
Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind, 18 sal cezayê ku Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê ji ber çalakiyên Parka Geziyê di 25'ê Nîsana 2022'yan de li Alî Hakan Altinay, Yîgît Alî Ekmekçî û Ayşe Mucella Yapici hatibû birîn xera kiribû. Danişîna Doza Altinay, Ekmekçî û Yapici jinûve tên darizandin li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin. 
 
Dadgehê li gorî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind dabû tevgeriya û biryara şertê kontrola edlî ya derbarê Altinay, Ekmekçî û Yapici de rakir. 
 
Heyeta dadgehê biryar da ku ji Miduriyeta Polîsan a Stenbolê re binivîsîne û bipirse ka di dema protestoyên Parka Geziyê de qeydên Mobeseyê hene yan na û ji Serdozgeriya Komarê ya Komarê bipirse ka li dijî bersûcan ji ber binpêkirina Qanûna Hejmara 2911’an lêpirsîn hatiye vekirin yan na.
 
Danişîn taloqî 22’yê Gulanê hate kirin.