ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 21 Sibat 2024
  • |
img
* Ferîde Aktûran a ku 35 salan li bajarên cuda mamostetî kir û piştî teqawidbûna xwe xewna xwe ya mamostetiya kurdî pêk anî, ji bo zarok nebin xwedî kesayeteke parçebûyî, bi salan e ji bo zimanê kurdî têdikoşe. 
 
* Endamê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê Parêzer Şahîn Dogan bi lêv kir ku tevî di hevpeymanên navneteweyî de perwerdehiya zimanê dayikê hatiyê mîsogerkirin jî perwerdehiya zimanê kurdî qedexe ye û got ku zimanê kurdî di hevpeymanên navneteweyî de bêpar hatiye hiştin.
 
* Rêvebera Komeleya Birca Belek a Ziman û Çandê Zaman Sariyildizê diyar kir ku li dijî êrişên li ser zimên pêwîstî bi xurtkirina têkoşînê heye û got: "Desthilatdariya heyî zimanê kurdî wekî xetereyekê dibîne, ji ber ku dizane hebûna kurdî tunebûna wan e." 
 
* Li navçeya Depê ku serdemekê şaredarî di destê qeyûm de serdemekê jî di destê AKP’ê de bû, welatiyên me mîkrofon dirêjî wan kirin wiha gotin: “Xizmet nekirin, navên gundên me jî guhertin. Em guhertinê dixwazin. Pisûlaya me DEM Partî ye.”
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00)
 
* Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (11.00-18.00)
 
* “Delegasyona Bo Pirsgirêka Kurd Çareserî û Li Dijî Tecrîdê Delegasyona Navneteweyî” dê têkildarî serdanên xwe li Stenbolê daxuyaniyê bide. (15.00) ZINDÎ