DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir

  • rojane
  • 22:45 20 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin. Di vekirina buroyê de li ser têkoşîna gelê kurd hat sekinadin û peyama wê qeyûman bişînin hat dayîn.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM  Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê buroya hilbijartinê ya ewil vekir. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, namzetên hevşadariya bajarê mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, namzetên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergul û gelek kes tevli vekirina buroyê bûn.
 
Namzeta Yenîşehîrê Safiye Akdag axivî û da zanîn ku wê qeyûman bişînin.
 
Namzeta bajarê mezin a Amedê Serra Bûcak jî axaftinek kir û da xuyakirin ku heta ku girtiyên di girtîgehan de azad nebin wê ranewestin û got ku wê qeyûman ji Amedê paqij bikin û bajar azad bikin.