Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû

  • rojane
  • 20:00 20 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE – DEM Partiyê biryar girt ku li navenda Edeneyê û 4 navçeyên wê namzetiyê deyne. Parêzer Ayşe Zîlan bû namzeta Hevşaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya DEM Partiyê. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî) biryar girt ku dê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê li navenda Edeneyê û 4 navçeyên wê namzetiyê deyne. Li gor biryara partiyê ji namzetên Hevşaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê yek jê Parêzer Ayşe Zîlan e. 
 
Partiyê li van navçeyên Edeneyê jî namzetî danî:
 
*Namzetên Şaredariya Seyhanê: Sever Ûzûn û Mehmet Karakiş
 
*Namzetên Şaredariya Yuregîrê: Şukran Efeturk û Dûrmaz Ozmen
 
*Namzetên Şaredariya Çûkûrovayê: Feyrûze Gumuş û Mehmet Can Çelîk
 
*Namzetên Şaredariya Ceyhanê: Delal Mamûk û Cemal Gok