DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike

  • rojane
  • 12:21 20 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di komcivîna xwe ya heftane de bi kurdî biaxive. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di komcivîna xwe ya vê hefteyê de bi kurdî pêk bîne. Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê hemû nirxandinên xwe bi kurdî bike.