DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da

  • rojane
  • 16:46 19 Sibat 2024
  • |
img
MÊRDÎN - DEM Partiyê bal kişand bikaranîna madeyên hişbirê û zêdebûna fihûşê ya li Nisêbînê û diyar kir ku li dijî vê tora ciwan û jin dorpêç kiriye dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Nisêbînê li dijî bikaranîna madeyên hişbirê û zêdebûna fihûşê ya li navçeyê, li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Rêveberê DEM Partiyê Mehmet Emîn Alkan ê daxuyanî xwend, diyar kir ku bikaranîna madeyên hişbirê û zêdebûna fihûşê ya li navçeyê ji polîtîkayên dewletê ne serbixwe ye û wiha got: “Dînamîkên bingehîn ên vê axê jin û ciwan in. Lê ev dînamîk ber bi çirava fihûşê û bikaranîna madeyên hişbirê ve tên kaşkirin. Di serdema ku madeyên hişbirê û madeyên weke wê dora mirovên me weke torekê dorpêçkirî de em ê weke DEM Partî têkoşîna xwe bidomînin û tişta ji destê me bê bikin.”