Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin

  • rojane
  • 15:38 19 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Berdana girtiyê nexweşê giran Soydan Akay ê 30 sal in girtî ye û 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” cara duyemîn 6 mehan hate taloqkirin. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, ji bo girtiyê nexweşê giran Soydan Akay ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Marmarayê tê ragirtin û bi îdiaya “ne di rewşeke baş de ye” berdana wî 6 mehan hate taloqkirin, li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Malbata Soydan ê diviyabû di 12’ê sibatê de were berdan û berdana wî 6 mehan hate taloqkirin jî tev li civîna çapemeniyê bû. 
 
HEVDÎTINA WAN TÊ QEYDKIRIN 
 
Prz. Bêrîvan Bekçî , bi bîr xist ku di meha tebaxê de jî berdana Akay 6 mehan hate taloqkirin û destnîşan kir ku Akay ji sala 2018’an ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Bekçî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji nîsana 2018’an ve hevdîtinên parêzeran ên bi Akay re bi qeydkirina kamerayê re tên bisînorkirin. Biryarên sînorkirinê qasî 6 sal in bi hincetên razber bi awayekî keyfî tên kirin û mafên Akay tên binpêkirin. Akay, di heman demê de 6 sal in di bin çavdêriya zêde ya îdareya girtîgehê de ye.”
 
Belçî, bi bîr xist ku tevî vê çavdêriya zêde Lijneya Çavdêrî û Îdareyê derbarê Akay de biryara “ji rêxistina biçekdar a ku bingeha mehkumiyeta wî avakiriye neterikandiye” daye. Bekçî, anî ziman ku weke OHD ew ê bi awayekî hiqûqî her cure pêkanînên keyfî yên li girtiyan tên kirin û biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdareyê bişopînin. 
 
‘KETINA GIRTÎGEHÊ HEYE, DERKETINA WÊ NÎNE’ 
 
Parêzera Akay, Esra Bîlen a piştî Bekçî axivî, wiha got: “Ketina girtîgehê heye lê derketina wê nîne. Ketina girtîgehê bi biryara hakim û dadgehekê dibe. Lê derketina ji girtîgehê ji aliyê lijneyên îdareyê ku nikarin nirxandina hiqûqî bikin û tu pêbaweriya xwe ya hiqûqî nîne ve tê astengkirin. 
 
‘MALBATA ME JÎ TÊ CEZAKIRIN’  
 
Biraziya Akay, Kivilcim Akay jî anî ziman ku bi neberdana Akay, malbat jî tê cezakirin û wiha got: “Ji bo me pêvajoyeke giran û zor e. Ez ji zarokatiya xwe di nava vê pêvajoyê de me û êdî mezin bûme. Ji bo me gelekî giran e ku hêj li welat hin tişt nehatine guhertin û dibînin ku ber bi xerabiyê ve diçe.”
 
Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Îshak Demîrel jî diyar kir ku ji bo pêşî li berdana girtiyên siyasî bê girtin Lijneya Îdarî û Çavdêriyê bi awayekî plankirî di çarçoveya qanûnê de cih girtiye.