Midûrê kana madenê hate binçavkirin

  • rojane
  • 12:12 18 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî karesata madenê ya li navçeya Licikê, midûrê şîrketê yê Tirkiyeyê hate binçavkirin. 
 
Lêpirsîna têkildarî hezaza li kana madenê ya Anagoldê ya li navçeya Licik a Erzînganê didome. Di çarçoveya lêpirsînê de “Midûrê Welat ê Tirkiyeyê” yê şîrketê C.D. hate binçavkirin. Piştî karûbarênên îfadegirtinê, sewqî Edliyeya Licikê hate kirin. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberê fîrmayê yê kanadayî jî di nav de têkildarî kana madenê 6 kes hatine girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.