Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin

  • rojane
  • 09:18 18 Sibat 2024
  • |
img

WAN - Ji Perwerdekarên ARSÎSA'yê Saît Kiliç bertek nîşanî qedexekirina afîşên kurdî da û got: "Divê em li dijî van polîtîkayan zimanê xwe biparêzin." 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê afîşên li ser "Dem dema zimanê Kurdî ye" nivîsandî amade kirin. Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, nehişt afîş li bîlboardan bên daliqandin.
 
Saît Kiliç 
 
Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) Saît Kiliç, qedexeyên li ser Kurdî nirxandin û diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên desthilatê dewam dikin.
 
Kiliç da zanîn ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên desthilatan rêbaz guherandine, lê tu carî bi dawî nebûne û wiha got: “Lê gelê kurd li hemberî van polîtîkayên asîmîlasyonê, zext û zordariyê têkoşîneke bêhempa nîşan da. Wî her qad veguherand dibistana zimanê dayikê. Çima AKP an jî zîhniyeta desthilatdar li dijî zimanê kurdî derdikeve û polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne? Ji ber ku ji hêz û bandora zimanê kurdî ditirsin. Kurdî parçeya tekane ya jiyanê ye, ya ku jiyanê watedar dike ew e. Bi salan e li hemberî zimanê kurdî polîtîkaya êriş, astengî û asîmîlasyonê tên meşandin, lê kurdî her roj li cîhanê zêdetir tê naskirin û pêşxistin. Ji ber vê jî ji kurdî, zimanê kurdî ditirsin, naxwazin pêş bikeve û mezin bibe.”
 
 
Kiliç da zanîn ku li hemberî qedexeyên li ser kurdî pêwîst e ziman zêdetir were parastin û got: “Li hemberî van êrişan divê her kes zimanê xwe yê zikmakî biparêze. Ji van polîtîkayan re bersiva herî baş ew e ku em zimanê xwe biparêzin. Ew êrîş dikin, lê karê me berxwedan û têkoşîn e."