ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 18 Sibat 2024
  • |
img
* Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku ku Tirkiye di pêvajoya nû de bi danûstandinên dîplomatîk ên li herêmê li dijî gelê kurd tifaqiyên nû digere û wiha got: "Wisa xuya ye ku amadekariya operasyoneke berfireh heye û dê operasyoneke serteserî li herêmê bide destpêkirin."
 
* Ji 252 kesên ku AKP’ê ew ji bo şaredariyên bajarên Kurdistanê wekî namzet nîşan dane, tenê 3 jê jin in. 
 
* Li Şaredariya Giteyê ya AKP'î, îhaleyên bi milyonan lîreyî dane şîrketên cîgirê şaredar, midûrê nivîsgehê û zarokên wan. 
 
* Ma Music ji bo zarok bi zimanê dayikê bên perwerdekirin amadekariya vekirina Çand Ma’yê dike. Şêrko Kanîwar diyar kir ku Çand Ma diyariya Newrozê ya zarokan e û ev bang kir: “Kerem bikin em tevek bi hev re ava bikin.” 
 
* Rêveberên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê ku destûr nehat dayîn biçin qada hezazê ya li Licikê diyar kirin ku divê li dijî karesata çêbûyî her kes xwe birêxistin bike. 
 
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê destûr neda ku afîşên kurdî li bîlboardan bên daliqandin. Ji perwerdekarên ARSÎSA’yê Saît Kiliç bertek nîşan da û got: “Ji zimanê me ditirsin. Divê em li dijî van polîtîkayan zimanê xwe biparêzin.” 
 
* Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Misircê Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol, destnîşan kirin ku gelê Misircê ji hemû xizmetan bêpar maye û wiha gotin: “Di warê av, parastina dengeya ekolojîk, park, qadên şînahî û jiyanî ya ji bo gel de kêmahî li navçeyê hene. Em ê van pirsgirêkan hemûyan bi awayekî seferberî çareser bikin.”
 
* DEM Partî dê li Hotêla Hîltonê ya li Enqereyê danezana hilbijartinê eşkere bike. (10.00-17.00) ZINDÎ
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan li gelek bajaran daye destpêkirin bidome. (11.00-17.00)
 
* Nûnerê Ozgur Gundemê Kemal Kiliç ku 31 sal berê li Rihayê hatibû qetilkirin, dê li ser gora xwe ya li Taxa Qûlinçê bê bibîranîn. (13.00) 
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê dê têkildarî bikaranîna hişbirê ya bajar li Parka Ataturkê daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* Dê lîstika şanoyê ya “Mirin di xewê de bû”  li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê bê lîstin. (13.30)
 
* DEM Partî dê li Rihayê bûroya hilbijartinê ya ewil li navçeya Bêrecûkê veke. (14.00)
 
* Anka-Der dê li avahiya komeleya xwe bi sernavê , "Wêjeya kurdî ya modern” gotûbêjê li dar bixe. (16.00)