Li Şirnexê 4 kes hatin girtin

  • rojane
  • 20:34 17 Sibat 2024
  • |
img
ŞIRNEX- Li Şirnexê ji 32 kesên hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin.
 
Di 13-14’ê Sibatê de li navçeyên Silopiya, Hezex û Cizîrê yên Şirnexê di avêtina ser malan de zarok jî di nav de bi giştî 32 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a bajêr kesên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 32 kesên ku îfadeya wan li dozgeriyê  hatin girtin 28 kes serbest hatin berdan, 4 kes jî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 
 
Dadgehê jî bi heman daxwazê biryara girtinê da. 4 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Girtî ya Şirnexê.