Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin

  • rojane
  • 11:55 17 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Keştiyeke kargoyê li derdorê Girava Îmraliyê bi 6 murettebatên xwe ve noqî avê bûbû. Hat diyarkirin ku cenazeyên 2 murettebatan hatine dîtin. 
 
Keştiye kargoyê ya bi navê “BATUHAN A” ku bi 6 murettebattên xwe ve di Behra Marmarayê de diçû, 4 mîl li derdora peravên navçeya Karacabeyê û başûrê rojavayê Girava Îmraliyê noqî avê bû. Xebatên lêgerîna keştiyê di roja 3’yemîn de berdewam dikin. Hat diyarkirin ku keştî 51 metreyan di bin behrê de ye û tê payîn ku dê tîmên xelaskirinê, îro xwe bigihînin keştiyê. Hat destnîşankirin ku cenazeyê 2 murettebatan di keştiyê de ne. 
 
Xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên ji bo 4 murettebatên din ên di keştiyê de berdewam dikin.