Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin

  • rojane
  • 10:07 17 Sibat 2024
  • |
img

ERZÎNGAN - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî karesata li qada madena zêr a li Licikê 8 kes hatibûn binçavkirin û ji van 6 jê hatin girtin. 

Di 13’ê sibatê de li Madena Zêr a Çoplerê ya ji hêla Madenvaniya Anagoldê ve li navçeya Licik a Erzînganê tê xebitandin heza çêbû. Têkildarî karesatê lêpirsîn hatibû destpêkirin û 8 kes hatibûn binçavkirin. Ev kes piştî îfadeyên li cem cendirmeyan sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Kesên bi navên J.R.G, A.C, H.U, M.B, Ş.D, S.D, M.T û A.R.K. piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. 
 
Walîtiya Erzînganê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku yek ji rêveberên şîrketa kanadayî yê bi navê J.R.G ku madena zêr dida xebitandin bi giştî 6 kes hatine girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
EV 5 ROJ IN NEHATINE DÎTIN 
 
Li hêla din xebatên ji bo dîtina karkerên bi navên Şaban Yilmaz, Abdurrahman Şahîn, Huseyîn Kara, Mehmet Kazar, Fahrettîn Keklîk, Adnan Keklîk, Ugur Yildiz, Kenan Oz û Ramazan Çîmen jî didomin. Ev 5 roj in hêj jî karkerên di bin axê de nehatine dîtin.