Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin

  • rojane
  • 17:06 16 Sibat 2024
  • |
img
SÊRT - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî serdana esnafên li ser Rêya Tiloyê kirin. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana esnafên li ser Rêya Tiloyê ya li sûka Sêrtê kirin û ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê piştgirî xwestin. Namzet, ji hêla esnafan ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin û esnafan serkeftin ji namzetan re xwest. Esnafan giliyên xwe yên têkildarî aborî û rêvebirina bajêr ji namzetan re kirin û xwestin gava ew serketin bila çareseriyekê ji pirsgirêkên wan re bibînin. 
 
Namzetê hevşaredariyê Mehmet Kaysî di serdanan de axaftinek kurt kir û da zanîn ku li pêşiya wan hilbijartinek gelek girîng heye û diyar kir ku divê gel xwedî li vîna xwe derbikeve.