Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir

  • rojane
  • 14:38 16 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Baroya Stenbolê bi sûcdariyên “kuştin, qirêjkirina hawîrdorê ya biqestî û eko qirkirinê” giliyê Mûrat Kûrûm kir. 
 
Baroya Stenbolê têkildarî hezaza li Madena Zêr a Çopler a aydê Anagold Madencîlîkê ya li navçeya Licik a Erzînganê pêk hat de giliyê Wezîrê Bajarvanî û Hawîrdorê yê berê û namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê AKP’ê Mûrat Kûrûm kir. Di nava giliya baroyê de Wezîrê Bajarvanî û Hawîrdorê yê demê Mûrat Kûrûm, rayedarên wezaretê yên wê demê, rayedarên şîrketa Anagoldê, Waliyê Erzînganê û rayedarên walîtiyê jî cih digirin. 
 
Têkildarî giliya bi sûcdariyên “kuştin, qirêjkirina hawîrdorê ya biqestî û eko qirkirinê” hate kirin de daxuyaniyeke nivîskî jî hate kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku rayedar jî herî kêm qasî şîrketê berpirsyar in.