Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin

  • rojane
  • 11:24 16 Sibat 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Rojnamegerên li Îzmîrê hatin binçavkirin piştî 4 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin. 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazeta Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Funda Akbulut ku di 13’ê sibatê de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê di roja 4’an de sewqî dozgeriyê hatin kirin. Rojnameger birin Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê.