Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn

  • rojane
  • 20:41 15 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - YSK’ê sindoqên ku wê hilbijêr di hilbijartinên 31’ê Adarê de dengên xwe lê bi kar bînin eşkera kir. Li ser malpera YSK’ê û e-devletê hilbijêr dikarin xwe bigihînin qeydên xwe.
 
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), ragîhand ku xwegihandina qeydên hilbijêran û sindoqên ku wê hilbijêr dengên xwe lê bi kar bînin û cihê wan hat eşkerakirin. 
 
Qeydên hilbijêran ji ser navnîşana "https://secmen.ysk.gov.tr/ysk/", ji ser E-Devletê ji navenda banga hejmar 444 9 975 a YSK’ê û ‘Pêkanîna Mobîl a Lêpirsînkirina Hilbijêr’ dikarin bên fêrkirin.