Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin

  • rojane
  • 19:18 15 Sibat 2024
  • |
img
SEMSÛR - Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Îzzet Karadag ê ku li mala xwe ya li navenda Rihayê hat binçavkirin, bi hinceta "endamtiya rêxistinê" û alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê hat girtin. 
 
Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Îzzet Karadag ê di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê de li mala xwe ya li Rihayê hat binçavkirin, sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Semsûrê hat kirin. Karadag bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê hat girtin.