Li Edeneyê jinek hate qetilkirin

  • rojane
  • 12:10 15 Sibat 2024
  • |
img
EDENE - Li Edeneyê zilamê bi navê Yaşar B. Îpek Akgul bi çekê qetil kir. 
 
Li Taxa Asmali ya girêdayî navçeya Yûmûrtalik a Edeneyê, zilamê bi navê Yaşar B. duh Îpek Akgul a 20 salî bi çekê qetil kir. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, faîlê ku cenazeyê jina qetilkirî li baxçeyê porteqalan ê lê dimînin veşartiye pişt re xwe bi xwe îxbar kir. Tîmên cendermeyan û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û cenazeyê jinê ji cihê jê hate veşartin hate derxistin. 
 
Faîl hate binçavkirin.