DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir

  • rojane
  • 14:47 14 Sibat 2024
  • |
img
SEMSÛR - Rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûr, navçe û bajarokên wê eşkere kir. Turkan Erkenek û Bahattîn Bîlgîn weke namzetên Şaredariya Semsûrê hatin hilbijartin. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Semsûrê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên navenda bajar, navçe û bajarokên wê eşkere kir. Ji bo eşkerekirin û danasîna namzetan li eywaneke dawetan a li Karapinarê bername hat lidarxistin. Li eywanê alên partiyê û pankarta “Rabe Dem hat” hatin daliqandin. Tevî namzetên hevşaredariyê, endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr û gelek kes beşdarî bernameya danasînê bûn. 
 
Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre Hevserokên DEM Partiyê yên Semsûrê Yeşîm Camcî û Huseyîn Coşkun axivîn. Hevserokan di axaftinên xwe de bal kişandin ser “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin û meşvan silav kirin. Hevserokan gotin ku dê di hilbijartinên 31’ê adarê de bi ser kevin û li Semsûrê jî şaredariyên gel ava bikin. 
 
Piştî axaftinan, namzetên hevşaredariyê hatin eşkerekirin û yek bi yek hemû namzet li ser dikê hatin vexwendin. 
 
NAMZETÊN HEVŞEREDARIYÊ
 
Namzetên hevşeredariyê yên Semsûrê wiha ne:
 
NAVENDA SEMSÛRÊ 
 
* Turkan Erkenek
* Bahattîn Bîlgîn
 
NAVÇEYA ŞEMÎZÎNAN 
 
* Yasîn Ertan
 
NAVÇEYA KOLIKÊ
 
* Osman Ozbek
 
NAVÇEYA SERGOLANÊ 
 
* Ergun Varhan
 
NAVÇEYA BÊHIŞTΠ
 
* Mûstafa Sular
 
NAVÇEYA TÛTÊ
 
* Îsmet Coşkun
 
BAJAROKÊ BULAMÊ
 
* Kamîle Ocak
* Huseyîn Uzun
 
BAJAROKÊ KOMIRÊ 
 
* Mahmût Kapçak
* Bedriye Polattaş
 
BAJAROKÊ BALYANÊ
 
* Mehmet Kusele
 
Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Semsûrê Bahattîn Bîlgîn di danasînê de axivî. Bîlgîn, bal kişand ser karesata erdhejê ya navenda wan Mereşê û got ku encama xemsarî û polîtîkayên îktîdarê ye. Bîlgîn, anî ziman ku ew ê hesaba vê ji berpirsyaran bipirsin. 
 
Bername piştî danasîna hevşaredaran bi dawî bû.