Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 13:59 14 Sibat 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê di serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin.
 
Îro di danê sibehê de polîsan li taxên Turgut Ozal û Atakentê yên navçeya Hezex a Şirnexê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Medîne Oguz û Faîk Genç hatin binçavkirin. 
 
Sedema binçavkirina wan nehat zanîn û welatî birin Midûriyeta Emniyetê ya Hezexê.