Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn

  • rojane
  • 13:27 14 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nasnameyên 6 karkerên li navçeya Licikê di bin hezaza madena zêr de mane diyar bûn. 
 
Duh li navçeya Licik a Erzînganê di qada madena zêr de hezaz çêbû û ji bo rizgarkirina 9 karkerên di bin axê de mane xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin destpêkirin. Navên 6 karkerên di bin axê de mane diyar bûn: Şaban Yilmaz, Kenan Oz, Îbrahîm Keklîk, Adnan Keklîk, Huseyîn Kaya û Ramazan Çîmen.