Ji TJA’yê bernameya xwendinê

  • rojane
  • 21:38 13 Sibat 2024
  • |
img
AMED - TJA’yê der barê hişmendiya zayendê û dîroka jinê de bernameya xwendinê pêk anî.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Sûr a Amedê li Navenda Çanda Dîcle Firatê nirxandinên "Der barê jin û jiyanê de heqîqet" yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bernameyek pêk hat. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlametnerên DEM Partiyê, Komeleya Jinan a Rosayê, endamên DEM Partî, DBP û rêxistinên civaka sivîl tevli bernameyê bûn.
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray di vekirina bernameyê de axivî û da zanîn ku wê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan bê şikandin.
Piştî axaftinan dîwan hat hilbijartin û xwendinên "der barê jin û jiyanê de heqîqet" hatin kirin.
 
Bername bi nîqaşan bi dawî bû.