Di lehiya li Antalyayê de kesek mir

  • rojane
  • 15:02 13 Sibat 2024
  • |
img
ANTALYA - Di lehiya li Antalyayê rabûyî de kesekî jiyana xwe ji dest da. 
 
Ji ber barana zêde ya ji duh ve li Antalyayê dibare lehî rabû. Ji ber lehiyê rê û jêrbihûrk di bin avê de man û nema dikarin bên bikaranîn. Li gelek deveran mal di bin avê de man. Wesayîtên li ser rêyan li ber lehiyê ketin. Di encama xebatên komên lêgerîn-rizgarkirinê de li Jêrbihûrka Giyaseddîn Keyhusrev a li Bûlwara Gazî ya navçeya Kepezê cenazeyê welatiyekî hate dîtin. Hat zanîn ku cenaze yê Halîl Yildiz ê 47 salî ye. 
 
Walîtiya Antalyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku li 5 navçeyên navendî ji bo xebatkarên astengdar, jinên ducanî û nexweşên kronîk biryara rojek betlaneyê hatiye dayîn. 
 
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya jî li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyanî da û ji bo Antalya, Burdur û Ispartayê bi koda “torincî” hişyarî da.