DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin

  • rojane
  • 14:13 13 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYA - DAIŞ’iyê rûs ê ku Înterpol lê digeriya, dema bi nasnameyeke sexte li Santrala Nûkleerê ya Akkûyûyê dixebitî hate girtin. 
 
Hat diyarkirin ku DAIŞ’yê rûsî ê der barê wî de biryara lêgerîna lezgîn hatibû dayîn, bi nasnameyeke sexte li Santrala Nûkleerê ya Akkûyûyê dixebitî. Li Mêrsînê di operasyona li dijî DAIŞ’ê hatiye lidarxistin de DAIŞ’iyê rûs ê bi navê U.A. ê bi nasnameyeke sexte li Santrala Nûkleerê ya Akkûyûyê dixebitî hate girtin. 
 
Hat diyarkirin ku U.A. bi ser navê R.K. yê biyanî, nasnameyeke sexte çêkiriye. Polîsan U.A. binçav kirin û piştre sewqî edliyeyê kirin. Dadgeha nobedar der barê Û.A. de biryara girtinê da.