Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin

  • rojane
  • 10:30 13 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Antalyê piştî barana zêde lêhî rabû. Li 5 navçeyên bajêr perwerde hate taloqkirin.
 
Duh bi şev li Antalyayê baranek zêde barî û bager rabû. Baranê serê sibehê bandora xwe li navçeyên navendê zêde kir û bagerê jî li perava behrê hin dar ji kokê derxist. Herwiha bagerê pêlên avê jî bilind kir. 
 
JÊRBUHÛR TIJE AV BÛN
 
Ji ber barana zêde lêhî rabû û ava lêhiyê ket nava hin kargeh û malan. Wesayîtên li ser cadeyan ber ava lêhiyê ketin. Di jêrbihûran de av kom bû û ji trafîkê re hatin girtin. 
 
Walîtiyê ragihand ku li navçeyên Aksû, Doşemealti, Kepez, Konyaalti û Mûratpaşayê perwerde rojekê hatiye taloqkirin.