ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 13 Sibat 2024
  • |
img
* Mehmet Reşît Ocalan diyar kir ku bi komploya navdewletî radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan armanc qirkirina gelê kurd bûye û ji bo beşdariya li çalakiyên 15'ê Sibatê bang kir.
 
* 4 qeyûmên tayinî Şaredariya Cizîrê hatin kirin, ji bo ronîkirina pira li navçeyê 3 caran îhale çêkirin. Ji bo ronîkirina pirê ya ku neqediyaye 6 milyon û 120 hezar TL hatiye xerckirin.  
 
* Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku komploya navneteweyî ya ku wekî "Komploya Gladioya Mezin" pênase kir, ne tenê li dijî kurdan, li dijî tirkan jî hatiye kirin û got ku tê xwestin ku dubendiyeke tîpîk a Îsraîl-Fîlîstîn bê afirandin.
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
 
* “Meşa Mezin a Azadiyê” dê di roja 13’emîn de li Amedê berdewam bike. (10.00-18.00)ZINDÎ
 
* Nobeta Edaletê ya Malbatên Girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (10.00-18.00)
 
* Bi munasebeta salvegera serhildana Şêx Seîd wê li Komeleya Perwerde, Çand û Piştgiriyê ya Şêx Seîd a li Amedê daxuyaniyek bê dayîn. (11.00)
 
* DEM Partî dê li Meclisê Komcivîna xwe pêk bîne. (12.45) ZINDÎ