Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin

  • rojane
  • 15:28 12 Sibat 2024
  • |
img
ÊLIH - Cenazeyê Rojhvelat Kizmaz ku di Bendava Heskîfê de hate dîtin dê piştî karûbarên otopsiyê li gundê Hermêsê were definkirin. 
 
Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a ji 9’ê sibatê ve tu agahî jê nedihat girtin, di Bendava Heskîfê de hate dîtin û ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Tê payîn ku cenazeyê Kizmazê piştî karûbarên otopsiyê li gundê Hermês ê navçeya Kercews a Êlihê were definkirin.